Kongreya 2’yemîn a Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya duyemîn de bi hilbijartina hevserok û rêveberên nû yên Yekîtiyê, bi dawî bû.
Kongreya 2’yemîn a Yekitiya Parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin diruşmeya “Parêzerî peyameke, bingehê tekezkirina nirxên civaka xwezayî ye” hat li dar xistin.
Kongre bi beşdarbûna 72 delegeyan li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê hat lidarxistin.
Di roja duyemîn de rêziknameya yekitiyê hate xwendin û li gorî rêziknameyê komîteya diravî û komîteya dîsîplînê hat pênasekirin, erk û armancên wan hatin nasandin.
Hevseroka Yekîtiya Parêzerên herêma Cizîrê Nisrîn Osman axivî û awayê rêveçûna roja duyem a kongreyê vegot.
Her wiha Parêzer Fethullah Hiso diyar kir ku çi madeyên Qanûnî hebin, ew nîqaş dikin û dixin dengdanê.
Kongreya duyemîn a yekîtiya parêzeran bi hilbijartina hevserokatiya yekitiyê, Rêveberiya diravî û çalakkirina komîteya dîsîplînê bi dawî bû.
