HOZAN MIZGÎN LI KOBANÊ Û REQAYÊ BI ÇALAKIYÊN CUDA HATE BIBÎRANÎN

Rojava Tv
1 Min Read

Hunermenda Nemir Hozan Mizgîn di 33’yemîn salvegera şehadeta xwe de bi çalakiyên cuda li Kobanê û Reqayê hate bibîranîn.
Di çalakiyan de behsa rola şehîd Mizgîn ya di belavkirina hunera azad de hate kirin. Her wiha stranên wê jî hatin gotin.

Hunermenda Nemir, keça Êliha Bakurê Kurdistanê Şehîd Hozan Mizgîn di 33’yemîn salvegera şehadeta xwe de bi çalakiyên cuda hate bibîranîn.

Li navenda Baqî Xido ya çandê ya bajarê Kobanê ji bo bîranîna Hozan Mizgîn merasîmek hate sazkirin.

Keç û xortên Kobanê stranên Hozan Mizgîn bi deng û payeyeke berz gotin û bîranînên wê zindî kirin.

Her wiha Hozan Mizgîn li kantona Reqayê jî bi çalakiyekê hate bibîranîn.

Di çalakiyê de axaftin hatin kirin û behsa rola şehîd Mizgîn ya di belavkirina hunera azad de hate kirin.

Her wiha sinivizyonek jî li ser jiyana Şehîd Mizgîn hate pêşandan.

Paşê komên hunerî derketin ser dikeyê û ji bo bîranîna Hozan Mizgîn stranên şoreşgerî gotin.

Çalakiya bîranînê bi berzkirina dirûşmeyên Şehîd namirin û jin jiyan azadî bi dawî bû.

Share This Article