Bi armanca daxwaza cezakirina sûcdarên şehadeta zarokên wan, malbata şehîd Yelmaz Şero û malbata şehîd Zeyneb Saroxan serî li dozgeriya bajarê Qamişlo dan û doza cezakirina sûcdaran kirin..
27 tebaxa 2022 di encama êrîşeke balfirên bê mirov yên dewlatra Tirk herdû hevserokên ofîsa dad û çeksazkirinê ya rêveberiya xweser Yelmaz Şero û Zeyneb Saroxan şehîd bûn..
Îro jî malbata her dû şehîdan serî li dozgeriya bajarê Qamişlo dan û bi awayekî fermî daxwaza cezakirina sûcdaran li dozgeriyê kirin..
Ji aliyê xwe ve parêzerên herdû malbatan jî ji dozgeriyê xwesetin ku ev doz bigihêje rêxistina mafê Mirovan û di serî de wezîrê berevaniya Tirkiyê û berpirsê Mît a Tirk werin Cezakirin..
MALBATA ŞEHÎD YELMAZ ŞERO Û ZEYNEB SAROXAN DOZEK LI SÛCDARÊN ŞEHADETA ZAROKÊN XWE RAKIRIN
