Tevgera Civaka Demokratîk ji bo xurtkirina asta kadroyên xwe û bipêşxistina karînên wan, dewreyeke perwerdeyê ya bi navê Şehîd Arjîn Kobanê vekiriye.
Li kêleka waneyên siyasî, bîrdozî û ramyarî manîfestoya aştî û civaka demokratîk jî tê xwendin û nîqaşkirin.
Tevgera Civaka Demokratîk ji bo xurtkirina asta kadroyên xwe û bipêşxistina karînên wan, dewreyeke perwerdeyê ya bi navê Şehîd Arjîn Kobanê vekiriye.
24 rêveberên yekîtiyên girêdayî TEV- DEM’ê beşdarî perwerdeyê bûne. Waneyên siyasî, bîrdozî û ramyarî tên pêşkêşkirin.
Her wiha manîfestoya aştî û civaka demokratîk ya Rêber APO jî tê xwendin û nîqaşkirin.
Beşdarên perwerdeyê diyar kirin ku perwerdeyên bi vî awayî gelekî sûdmend in û ew ê bi hemû hêza xwe manîfestoya aştî û civaka demokratîk praktîze bikin.
Me li akademiya TEV- DEM’ê bi navê şehîd Arjîn Kobanê dest bi dewreyeke perwerdeyê kir.
Em ê manîfestoya aştî û civaka demokratîk ya Rêber Abdullah Ocalan bixwînin û li ser wê nîqaş bikin û di pratîkê de jî cî bi cî bikin.
Her wiha em ê rêziknameyên yekîtiyan jî bixwînin û nas bikin.
Armanca wê jî ew e ku kar were hêsankirin.
Perwerde dê ji bo dema 15 rojan berdewam bike û piştî bidawîbûnê dê beşdarên perwerdeyê bi xurtî tevlî xebatan bibin.
