LI ŞEHBAYÊ SÛCÊN LI DIJÎ JINAN HAT ŞERMEZARKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star ya kantona Efrîn û Şehbayê bi boneya salvegera qetilkirina Jîna EmînÎ Û şermezarkirina sûcên li dijî jinên gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî meşek li dar xist.

Meş ji çerxerêya bajarokê Ehdas bi diruşmên silavkirina şehîdan û piştgiriya jinên Efrînê li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker dest pê kir.

meş Li ber Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê veghurî mîtîngê.

di mîtîngê de hevseroka Meclisa Gelan a Demokratîk Muşîra Mela Reşîd diyar kir ku rejîmên Kurdistan dagir kirine di hedefgirtina jinên Kurd de dewam dikin.

Di dawiyê de beşdaran mûm li ber wêneya şehîd Jîna Emînî pêxistin.

Share This Article