Bi sedan xelkên kantona Qamişlo şehîd Yusra Derwêş, Leyman Şiwêş û Firat Danyal di 40 rojiya şehadeta wan de bi bîr anîn.
Beşdarên merasîma bîranînê tekezî bi berdewamkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan dan.
Doh bi du merasîman şêniyên Kantona Qamişlo, hevseroka Encumena Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya Encumenê Leyman Şiwêş û endamê Encumenê Firat Danyal di çilrojiya şehadeta wan de bi bîr anîn.
Merasîma bîranîna şehîd Leyman û Yusra li goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê li dar ket.
Tê de nûnerên Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, endamên saziyên civaka sivîl, Kongra Star û Encumena Malbatên Şehîdan a Amûdê amade bûn.
Her di merasîmê de axaftin hatin kirin û hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina pêşengên şoreşê armanc dike ku vîna jina azad bişikîne”.
Di heman çarçoveyê de, pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb û Suryan li goristana Şehîdên Suryan a li taxa Siyahî ya Qamişlo kom bûn û şehîd Firat Danyal di çilrojiya şehadeta wî de bi bîr anîn.
Di merasîmê de, malbata şehîd, nûnerên Rêveberiya Xweser, endamên Encumena Malbatên Şehîdan û nûnerên PYD’ê amade bûn.
Tê de axaftin hatin kirin û hate gotin: “Ev êrîşên ku Dewleta Tirk li dijî gelên me û gelê Suryan pêk tên armanca wan ya sereke hedefgirtina neteweya demokratîk e”.
Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker 20’ê Hezîranê erebeyeke Encumena Kantona Qamişlo kir hedef.
Di encamê de hevseroka Encumena Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira hevserokatiya Encumenê Leyman Şiwêş û endamê Encumenê Firat Danyal şehîd bûn û hevserokê Encumena Kantona Qamişlo Gabî Şamûn birîndar bû.
