Eşîrên Kurd û Ereb ên herêma Firatê bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan şermezar kirin û soza tolhildanê dan.
Eşîran di daxuyaniyê de gotin ku dewleta Tirk bi awayên hovane dixwaze vîna gelê Kurd û gelê herêmê ji nav bibe.
Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk dixwaze peymana Mîsaka Millî pêk bîne, lê gerîla bi berxwedaniya xwe rê li pêşiya wê yekê digirin.
Di beşekî din a daxuyaniyê de eşîran bi taybetî bang li dezgehên çapemniyê yên cîhanî kirin ku vê mijarê baş bişopînin û kiryarên dewleta Tirk aşkere bikin.
Di dawiyê de eşîrên Kurd û Ereb ên herêma Firatê bang li komkara erebî û civaka navneteweyî kirin ku li hemberî van sucan rawestin.
