XELKÊN HERÊMÊ BI COŞ PEYAMA RÊBER APO PÊŞWAZÎ KIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Xelkên Qamişlo û hesekê ji bo guhdarkirina peyama Rêber Abdullah Ocalan daketin Qadan, û tekes kirin ku Banga Rêbertî banga aştî û azadiyê ye .

Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji Dêrikê heta Helebê li 8 navendan peyama dîrokî ya Rêber Apo li meydanan ji aliyê hezaran kesan ve hat guhdarkirin.

Bi sedan xelkên Bjarê Qamişlo jî ji bo guhdarkirina peyamê, li lîstikgeha 12 adarê kom bûn .

Akîpa Rojava Tv ji nava girseya gel, nêrîn girtin.

Beşaran tekez kirin ku ev roj rojeke dîrokî ye, Banga Rêbertî banga aştî û azadiyê ye .

Li bajarê Hesekê jî gel bi heman coşê ji bo guhdarkirina peyama Rêbertî ,daketin kolanan .

Xelkên hesekê tekez kirin ku aştî bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û misogerkirina mafên gelê Kurd ve girêdayî ye .

Li Bjarên Qamişlo û Hesekê peyama Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşme û tîlîliyan hat e pêşwazîkirin.

Share This Article