Rêxistinên Civaka Sivîl li Reqa bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagiker li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Daxuyanî bi amadebûna endamên Rêxistinên Civaka Sivîl li pêşiya avahiya wan hate xwendin.
Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê û bi taybet li dijî jinan hate şermezar kirin.
Di berdewamiyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk ji ber ku ji îrade û berxwedaniya jinan ditirse, her dem wan dike hedefa êrîşên xwe.
Di dawiyê de Rêxistinên Civaka Sivîl bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafê mirovan kirin ku li himberî kiryarên dewleta Tirk xwe ker û lal nekin.
