Konferansa komînan ya bajarê Tirbespiyê bi amadebûna hevserokên komînan, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civakî hate lidarxistin.
Di konferansê de rewşa komînan û çawaniya jinûveavakirinê hatin gotûbêjkirin.
Rêveberiya Xweser ji bo jinûveavakirina sîstem komîn û meclisan dest bi lidarxistina konferansên komînan ên bajaran kiriye.
Di wê çarçoveyê de îro konferansa komînan ya bajarê Tirbespiyê bi amadebûna hevserokên komînan, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civakî hate lidarxistin.
Di konferansê de rewşa komînan û çawaniya avakirina jinûveavakirinê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha astengî û zehmetiyên ku li pêşiya karê komînan derdikevin û çawaniya sererastkirina wan bûne mijarên giring ên koferansê.
Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka damezirandina xwe ve, xwe dispêre sîstema komînan û armanca wê avakirina civakeke komînal û demokratîk e.
