ÎNSIYATÎFA JINAN A JI BO AZADIYA RÊBER APO CIVÎNEK LI HELEBÊ LI DAR XIST

Rojava Tv
1 Min Read

Însiyatîfa Jinan a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan îro li bajarê Helebê civînek li dar xist.
Civîn bi dirûşma”Bi felsefeya Jin, Jiyan û Azadî em bi hev re ji bo aştiyê bixebitin û civakeke demokratîk û azad ava bikin” li Meclisa Şehîd Rûken Zerdeşt li dar ket.
Di civînê de piştî deqeyek rêzgirtin, rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya meclisê Henîfe Elûş derbarê banga Rêber Abdullah Ocalan de axivî û bang wek gaveke dîrokî ya diyarker di pêvajoya doza Kurd de bi nav kir.
Her wiha Beşdarên civînê anîn ziman ku, Ew bi hêza Rêber Apo bawer in, ku bi ramanên xwe yên azad û projeya xwe ya demokratîk dê nakokiyên li ser bingeha neteweperestî bi dawî bike.
beşdaran her gotin banga Rêber Abdullah Ocalan hêviyên aştiya mayînde û civakek demokratîk geş dike.

Share This Article