⁣LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ, ŞEHÎDÊN KUMKUJIYA YEKEM A PARÎSÊ TÊN BIBÎRANÎN

Rojava Tv
2 Min Read

Îro li gelek herêmên bakur û rojhilatê sûriyê salvegera 10ʹemîn a Komkujiya Parîsê ya li dijî Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hate bibîranîn.

Jinan bi çalakiyan hêrsa xwe li dijî komkujiyên ku jinên pêşeng armanc digirin, nîşan dan.

Bi boneya salvegera 10ʹemîn a Komkujiya Parîsê ku di 9’ê Çileya sala 2013’an li dijî Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan pêk hat, li seranserî bakur û rojhilatê sûriyê meş hatin organîzekirin.

Bi sedan jinên li şehbayê bi pêşengtiya Kongra Star dirûşmeya “Li hember komployan; Jin, Jiyan, Azadî” rakirin û meşeke girseyî li navçeya Ehdas lidarxistin.

Meş ji destpêka navçeya Ehdas heya qada gundê Maratê berdewam kir. li qada gund meş veguherî mêtîngê.

Bi heman armancê bi sedan xelkên bajarê kobanê jî bi tevahî saziyan xwe meşek lidarxistin. Meş ji qada jina azad dest pê kir û bi berizkirina dirûşmên Jin Jiyan Azadî li qada aşitî rawestiya.

Şêniyan di meşê de gotin, ew ê bi sekin û berxwedana gel bersiva kujer û dijminê kurdan bidin.

Her wiha şêniyên bajarê Minbicê komkujiyên li dijî gelê kurd û armancgirtina jinan şermezarkirin, di heman demê de her sê şehîdên komkujiya yekem a parîsê bi bîr anîn.

Partiyên siyasî, dezgehên rêveberiya xweser û yên sivîl beşdarî çalakiyê bûn.

Hevseroka Encumena cîbcîkar a bajarê Minbicê Nazîfe Xelo diyar kir ku Armanc ji komkujiya parîsê, şikandina vîna kurda ye .

Share This Article