Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo nîqaşkirina geşedanên siyasî yên dawiyê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker civînek li gel welatiyên bajarê Minbicê lidarxist.
Di beşekî din ê civînê de mijara xurtkirina pergala xweparastinê û parastina destkeftiyên şoreşê bûne rojeva nîqaşê.
Hevdem li gel dijwarbûna êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Bakur û Rojhişatê Sûriyê, welatî xwe bi rêxistin dikin û li gorî pergala Şerê Gelê Şoreşgerî tevdigerin.
Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo gotubêjkirina geşedanên siyasî û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, duh li gel şêniyên bajarê Minbicê civîneke berfireh saz kir.
Mijar wekî armancên êrîşên dewleta Tirk, bandorên vegera Hikûmeta Şamê ya ji bo Komkara Erebî û hilbijartinên Tirkiyê bûne pirsên gotûbêjê.
Her wiha mijara herî sereke ku di civînê de foks li ser hate kirin, rê û rêbazên xurtkirina pergala xweparastinê û xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê bû.
Bajarê Minbicê ku di sala 2016’an de piştî berxwedaneke bêhempa hate rizgarkirin, welatiyên wê rêxistineke xurt ava kirine û ji bo rûbirûbûna êrîşên dagirkeriyê di nava amadebaşiyê de ne.
