sûc û binpêkirinên dewleta tirk a dagirker li herêmên ku dagirkirine roj bi roj zêde dibin û derbarê de nazlî şêxo endama encumena edaleta jin diyar kir ku Li efrînê herî zêde sûc li dijî jinan pêk tên û ji sedî 25 xelkên resen nemane , piranî çete û malbatên wan li efrînê hatine bicihkirinDewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji sala 2018’an ve dema efrîn dagirkir xelkên wê bi darê zorê koçber kirin û tevahî sûcên dermirovî li dijî xelk û xwezaya wê pêk tîne
Ji bilî wê jî komelgehên niştecihbûnê ava dike û çete û malbatên wan lê bicih dike ew jî ji bo ku demografiya wê biguhere û bi ser xaka tirkiyê ve berde
nezlî şêxo endama komîteya perwerdeyê ya encumena edaleta jin diyar kir ku Li efrînê ji sedî 25 xelkên resen nemane , piranî çete û malbatên wan li efrînê hatine bicihkirin
Nezlî şêxo got Ji bilî guhertina demografî bûyerên destdirêjiya li ser jinan li efrînê zêde bûne , herî dawî jî destdirêjî li dijî 3 jinan hatiye kirin
Li efrîna dagirkirî rojane çeteyên dewleta tirk a dagirker bi hincetên bê bingeh sivîlan direvîne û li beranber berdana wan bi hezarê dolaran fidyê dixwaze
