74 XWENDEKARÊN PEYMANGEHA GIHANDINA MAMOSTEYAN DERÇÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Li bajarê Hesekê ji bo 74 xwendekarên Peymangeha Gihandina Mamosteyan merasîma derçûnê hat lidarxistin.

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser ”Samîra Hac Elî” li gel xwendekar, malbatên wan û endamên rêxistinên civaka sivîl beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser Samîra Hac Elî derçûna xwendekaran pîroz kir.

Semîrayê Cejna Zimanê Kurdî bi bîr xist û banga xurtkirina xebatên ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî kir.

Piştî axaftinan sertîfîkayên derçûnê li xwendekaran hatin belavkirin.

Share This Article