Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî herêmê, îro xwepêşandanek li Reqayê li dar xistin.
Xwepêşandanê bi beşdariya bi sedan ciwanên Reqayê, nûnerên ji saziyên Rêveberiya Xweser, saziyên leşkerî û partiyên siyasî ji parka 7’ê nîsanê dest pê kir û li çerxerêya El- Neîm veguherî mitîngê.
Xwepêşandêran dirûşmeyên bijî berxwedana QSD’ê û bimre dagirkerî berz kirin.
Di xwepêşandanê de êrîşên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan û cihên biewle hatin şermezarkirin.
Her wiha ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê tekez kirin ku ew ê li kêleka hêzên leşkerî rawestin û parastina herêmên xwe bikin.
Xwepêşandêran gotin, dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de sivîlan û cihên biewle dike hedef.
