Meclisa Sûriya Demokratîk bi hevkariya Partiya Sûriya Pêşerojê, civînek li ser rewşa Sûriyê li Hesekê li dar xist.
Di civînê de partiyên siyasî, saziyên sivîl û leşkerî, meclis û komîn, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Partiya Sûriyeya Pêşerojê beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a Mclisa Sûriya Demokratîk Hisên Ezzam û hevserokê meclisê Mehmûd el-Musallat destnîşan kirin ku ew hewl didin ku pêşerojek çêtir ava bikin û lihevhatina neteweyî çêbikin
Civîn bi nîqaşeke vekirî ku li ser rewşa siyasî, bi taybetî peymana 10’ê Adarê û armancên entegrasyonê, bi dawî bû.
