Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi daxuyaniyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Meclisa Malbatên Şehîdan, li ser bingeha berpirsyariya neteweyî û mirovî, bangeke lezgîn li civata navneteweyî, Konseya Ewlehiyê û Neteweyên Yekbûyî dike ku tedbîrên cidî bigirin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku bê şert û merc Rêber Abdullah Ocalan berde.
Her wiha hat gotin, ew amade ne ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan çi xebat û fedakarî hebe, bikin.
Malbatên şehîdan da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan bûye sembola hêviyê ji bo avakirina siberojeke ku aştî, aramî û edaletê ji bo hemû gelên herêmê pêk bîne.
Di daxuyaniyê de hate gotin, azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwazeke bingehîn a mirovî û hiqûqî ye.
