KARWANÊ YEKEM JI XELKÊN LI SÛDANÊ ASÊ MABÛN GIHIŞT QAMIŞLO
îro yekem karwanên xelkên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê yên li Sûdanê di encama şer de asê mabûn gihiştin bajarê Qamişlo.
Karwan ji 161 kesan pêk tê, piraniya xwe jin û zarok in û hejmareke biçûk zilamên bi temen in.
Xelkên ku gihiştin Qamişlo ji ROJAVA TV re behsa rewşa li Sûdanê diqewime kirin.