Kanala ROJAVA TV

PARTIYA SÛRIYA PÊŞEROJÊ LI BAJAROKÊN HESEKÊ HILBIJARTIN LI DAR XIST

Li bajarokên bajarê Hesekê jî partiya Sûriya Pêşerojê hilbijartinên navxweyî li dar xist.
Proseya dengdanê 9 sibehê dest pê kir û heta saet 5’an berdewam kir.
15 kesan xwe ji bo wergirtina erka hevşaredariyên bajarokên Hesekê berbijêr kirine. Encamên dawiyê dê navên namzetan diyar bikin.
Kesên ku di pêvajoyê de dengê xwe bi kar tînin, endamên partiyê, malbatên şehîdan, kesayetên welatparêz û nûnerên saziyan in.
Ev hilbijartin di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên giştî yên 30’ê gulanê de tên kirin.
Dawiya meha derbasbûyî Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinan a Zenûbyayê tifaqeke hevbeş ava kiribûn.