Kanala ROJAVA TV

LI BAJAROKÊ TIL XEZALÊ YÊ KOBANÊ PÊŞHILBIJARTIN HATIN LIDARXISTIN

Li bajarokê Til Xezal yê girêdayî Kobanê hilbijartinên navxweyî yên Kongra Star û PYD’ê hatin lidarxistin.
Ji demjimêrên sibehê ve bi sedan dengdêr herikîn ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bi kar anîn.
Piştî bidawîbûna proseya dengdanê dê deng bêne hejmartin û navên namzetên hevşaredariya bajarokê Til Xezalê bêne aşkerekirin.
Dengdêr bi coşeke mezin herikîn ser sindoqan û hêvî kirin ku aramî û aştî li seranserî herêmê serwer bibe.