XELKÊN QAMIŞLO BI MEŞEKÊ DORPÊÇA LI DIJÎ KAMPA MEXMÛRÊ ŞERMEZAR KIRIN
Di bin dirûşmeya “Bi Êrîş û Çemberan Hûn Nikarin Vîna Me Bişkînin” îroj xelkên bajarê Qamişlo bi meşekê dorpêça Hêzên Iraqê li dijî Kampa Mexmûr a li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
Meş bi beşdarbûna bi dehan kes ji çarxereya Ş.Rûbar Qamişlo dest pê kir û heta pêş Şaredariya Gel a bajêr dewam kir.
Di meşê de dirûşmeyên Bijî Berxwedana Mexmûrê û Berxwedan Jiyan e hate qîrîn.
Meş li pêş Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo veghurî mîtingê, di mîtingê de li ser navê Însyatîfa Gel Ebdulkerîm Saroxan û Cewahir Osman bi zimanê Kurd-Erebî axivîn û berxwedana xelkên Kampa Mexmûr a li hemberî Hêzên Iraqê silav kirin.
Têkildarî mijarê xelkên Qamişlo ji RojavaTV re axivîn û gotin, xelkên Mexmûrê ne bi tenê ne û em ê piştgiriya wan bkin.