Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ PANELEK DERBARÊ BANDORÊN MEDYAYA CIVAKÎ DE HAT LIDARXISTIN

Buroya Jin a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê paneleke diyalogê li ser bandora medyaya civakî ya li ser zarok û malbatê li dar xist.
Panel li navenda MSD ya ku dikeve rojhilatê taxê li dar ket û tê de jinên ji hemû partî û saziyên taxê amade bûn.
Di dîwana panelê de, cîgira meclîsa jin a Partiya Sûriya pêşeroj Zelûx Hemo, berdevka Partiya Sûriya pêşeroj Hena Gerdoş cih girtin û panel bi rêve birin.
Di panelê de bandorên neyînî yên torên medyaya civakî yên li ser zarokan hatin nîqaşkirin û hate gotin, divê malbat li zarokên xwe miqate û baldar bin.
Panel bi pirs, nîqaş û girtina nêrînên mêvanan bi dawî bû.