Kanala ROJAVA TV

Wezîrê Parastinê Yê Dagirkeriya Tirk Dîsa Derew Kir

Ji çapemenî û raya giştî re
Artêşa Tirk a dagirker di 3 rojên dawî de herêma Şehbayê û gundewarên Minbicê bi çekên giran û bi obîs û tangan daye ber topan û ev êrîşên wan bêserûber e, ji ber ku cihên ku êrîş tên kirin warên sivîlan e. Di encama van êrîşan de her çi qas windahiya sivîlan çênebû be jî mal û milkên xelkên me yên vê deverê zirar dîtine.
Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker di daxûyaniyekê de, îdia dike ku di şeva 16’ê Nîsanê de YPG êrîşê xalên wan yên leşkerî yên rojavayê Firatê ne, kirine û 4 leşkerên wan birîndar bûne. Ev îdiayên wan ne rast in. Her weha îdia dike ku di encama bersivdanê de 10 şervanên YPG’ê şehîd xistine. Ev îdiayên wan jî ne rast in. Di 3 rojên dawî de ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker pêk tên de ti windahiyên me tuneye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD
17 Nîsan 2023

 

#RTV