DEMA BERHEVKIRINA ÎMZEYAN HETA DAWIYA MEHA SIBATÊ HAT DIRÊJKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Insiyatîva Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi koordîneya Insiyatîva ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyê, ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, kampanya berhevkirina îmzeyan di 27’ê Çileyê de bi dirûşma “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya rêber ocalan ya fîzîkî dikin” dest pê kiribû.

Divyabû kampanya 15’ê Sibatê bi dawî biba, lê ji ber xelkên li herêmê bi berhevkirina alîkariyan ji bo qurbaniyên erdheja li Bakurê Kurdistanê, Tirkiyê û Sûriyê rû daye mijul in, Insiyatîvê dema hemleyê heta dawiya Sibatê dirêj kir.

Berdevka Insiyatîva Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa Anhayê re got, ji bo yên dixwazin tev li hemleyê bibin, dema bidawîkirina hemleyê hate dirêjkirin.

Share This Article