Navenda piştgiriya psîkolojîk ji bo şêwirmendî û pêşveçûna civakî ya girêdayî desteya Jin a kantona Firatê, ji bo jinavbirina diyardeya xwekuştinê, dest bi pêngavekê kiriye.
Navenda piştgiriya psîkolojîk bi hevkariya Koordînasyona Kongra Star û bi hemahengiya ligel komînan, çalakiyan li dar dixe.
Di nava wan rêze çalakiyan de, semîner tên dayîn. Her wiha broşor jî li ser jinan tê belavkirin.
Armanca pêngavê piştgiriya jinan û jinavbirina diyardeya xwekuştinê ye.
di pêngavê de daxwaz ji jinan tê kirin, di demên ku pêrgî rewşên têkçûna psîkolojî hatin, berê xwe bidin navenda wan û çareseriyan werbigrin.
NAVENDA PIŞTGIRIYA PSÎKOLOJÎK BO JINAVBIRINA REWŞÊN XWEKUŞTINÊ SEMÎNERAN DIDE
