MECLISA TAXÊN ŞÊXMEQSÛD Û EŞREFIYÊ PÊŞWAZIYÊ LI PENABERÊN SÛRÎ DIKE

Rojava Tv
2 Min Read

Yek ji wan deverên ku penaberên Sûrî yên li Lubnanê berê xwe didinê, her du taxên Şêxmeqsûd û eşrefiyê yên bajarê Helebê.

Hevserokê meclîsa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo ji Rojava TV re behsa mekanîzmeya karkirina şaneya krîzê dike û dibêje, tevî dorpêça li ser Şêxmeqsûd û eşrefiyê, lê dîsa jî ji bo pêşwaziya penaberan ew di nava tevgerê de ne .

Ji ber kurbûna şerê di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullaha Lubnanê de, bi dehhezaran penaberên sûrî yên li Lubnanê, vedigerin welatê xwe.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyê herêm ji penaberan re vekir û şaneyeke krîzê ava kir. Her wiha nûnertiya Rêveberiyê ya li Lubnanê jî ji bo vegerandina penaberan û hêsankirina karûbarên wan dixebite.

Hevserokê meclîsa giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo, ku hejmareke mezin ya penaberan berê xwe dane her du taxan, ji Rojava TV re behsa mekanîzmeya karkirina şaneya krîzê dike.

Her wiha Nûrî Şêxo anî ser ziman ku tevî dorpêça li ser Şêxmeqsûd û eşrefiyê, lê dîsa jî ji bo pêşwaziya penaberan ew di nava tevgerê de ne.

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser wan Ji destpêka êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Lubnanê ve, ‎‎16 hezar û 243 penaberên Sûrî û Lubnanî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwazî kirine.

Share This Article