LI QAMIŞLO ENDAMÊ ERKA XWEPARASTINÊ MIHEMED EL-IBRAHÎM HAT OXIRKIRIN

Rojava Tv
1 Min Read

Bi sedan xelkên bajarê Qamişlo cenazeyê Endamê Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed El Ibrahîm li goristana Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişlo spartin axê.
Endamên PYD’ê, Kongra Star, Encumena Bajarê Qamişlo, dost, heval û malbata şehîd Mihemed El-Ibrahîm li merasîmê amade bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtin, Endamê Encumena Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ibêd Ebdê axivî û got, “Şehîd xwedî fikr û ramanên cesaret û lehengiyê ne. Ji bo parastina gel û welatê xwe canê xwe feda kirine. Dayîna mafê van şehîdan tenê bi şopandina rêya wan pêk tê”.
Paşê Endamê Rêveberiya Eyaleta Şehîd Rûbar Qamişlo, Nezîr Sofî jî axivî û hemû cangoriyên azadiyê li Kurdistanê bi bîr anîn û got: “Di dîrokê de gelek qehreman canê xwe fedayî Kurdistanê kirine, ew bûn dîrok ji gelê xwe re”.
Nezîr Sofî di berdewama axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdan da.

Share This Article