62 MALBATÊN DIN JI KAMPA EL ERÎŞA BER BI DÊRAZORÊ VE DERKETIN

Rojava Tv
1 Min Read

di çarçoveya bernameya vegera bidilxwazî de 62 malbatên din ji kampa El Erîşa ya li başûrê Hesekê ber bi Dêrazorê ve derketin.
Li gorî rêveberiya kampê, ev kom ji 62 malbatanin û hejmara wan 311 kesin pêk tê û heta niha 9 kom ji kampê derketin.
Vegera malbatan a bi dilxwazî di bin çavdêriya Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran, Komîsyona Penaberan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pêk tê.
Rêveberiya kampê diyar kir ku veger bi dilxwazî ​​pêk tê û ji bo vegerê jî kar û barên fermî têne temamkirin.
Di çend mehên borî de gelek malbatên ji Hums, Şam, Hema û Idlibê ji kampê derketibûn.

Share This Article