HEVPEYMANA CIVAKÎ GIRINGIYÊ DIDE MAFÊ MALBATÊN ŞEHÎDAN

Rojava Tv
1 Min Read

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêzan Gulo têkildarî mafên malbatên şehîdan di Hevpeymana Civakî ya nû de ji RojavaTV re nixandin kir .

Rêzan Gulo anî ziman ku ragihandina Hevpeymana civakî, ragihandina Mizgîniya aştiyê li Sûriyê ye .

Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 12ê Kanûna 2023’yan de Hevpeymana Civakî ya nû bi 134 madeyan erê kir.

benda 23’an a prensîbên bingehîn a hevpeymana civakî tekez dike ku Şhadet nirxekî pîroz e .

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rêzan Gulo ji RojavaTV re got: Hevpeyamana Civakî bi xwîna şehîdan hate mohirkirin .

Her wiha Gulo anî ziman ku ragihandina Hevpeymana civakî, ragihandina Mizgîniya aştiyê li sûriyê ye .

Zarokên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyan bi hev re dest bi şoreşa xwe şoreşa 19ê Tîrmehê kirin û ji bo jiyaneke azad her wiha aram ji gelê xwe re misyoger bikin canê xwe feda kirin.

Îroj jî gelek destkeftiyên şoreşê bi saya şehîdan heye ji wan jî Hevpeymana Civakî ye.

Share This Article