⁣MECLÎSA JIN A PYD’Ê BI DAXUYANIYEKÊ BANGA RAWESTANDINA ÊRÎŞAN KIR

Rojava Tv
1 Min Read

Di daxuyaniya Meclîsa Jin a PYD’ê de, êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên wê yên li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê hatin şermezar kirin.
her di daxuyaniyê de hate gotin, dagirkeriya tirk li dijî sivîlan komkujiyan pêk tîne û zagonan binpê dike.
Meclîsa Jin di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, israra gelê herêmê ji êrîşên dagirkeriya tirk xurtire û dê berxwedana wan dewam bike.
di dawiyê de meclîsa Jin a PYD bang li aliyên peywendîdar kir ku, bi erkên xwe rabin û êrîşên dagirkeriya tirk rawestînin.

Share This Article