5 SAL DI SER ÊRÎŞÊN SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ ‎RE DERBAS DIBIN

Rojava Tv
2 Min Read

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafrên şer û çekên giran êrîşî Serê Kaniyê û Girê Spî kirin û her dû bajar dagirkirin..

li gorî Saziya Hevdestî ya Qurbaniyên Şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka dagirkirina her dû bajaran ve 808 kes hatin girtin ji wan 86 jin û 56 zarok in‎ û 294 kes winda ne, 696 kes êşkence li wan hat kirin 7 ji wan ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest dan..

hevkarên me di vî derbarî de raporek amade kirin e em bi hev re lê temaşe bikin..

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca berfirehkirina dagirkeriya xwe êrîşî Serê Kaniyê û Girê Spî kir.

ji ber êrîşa hovane ku bi balafrên şer û çekên giran pêk hat; bi sedhezaran welatî ji wan herdû bajaran koçber bûn û ev 5 sal in dûrî axa xwe dijîn.

li gorî Saziya Hevdestî ya Qurbaniyên Şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka dagirkirina her dû bajaran ve 808 kes hatin girtin; ji wan 86 jin û 56 zarok in‎ her wiha 294 kes winda ne.

Koordînatorê Saziya Hevdestî ya Qurbaniyên Şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Orhan Kemal diyar kir ku ji dema dagirkirina ‎Serêkaniyê û Girê Spî ve aramî li her du bajaran nemaye.

Rojnamevan Ebid El-Helîm Silêman ê ji Serêkaniyê dibêje, 5 sal in Tirkiyê, Serêkaniyê kiriye navenda rijandina xwînê.

li gorî Saziya Hevdestî ya Qurbaniyên şer ji dema dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ve, êşkence ‎‎li 696 kesan hatiye kirin, 7 ji wan ji ber êşkenceyê jiyana xwe ji dest dan.

‎li aliyekî din 150 hezar kes hatin koçberkirin û 68 sivîl hatin kuştin.

Share This Article