KONFERANSA ÎNÎSYATÎFA SÛRIYÊ JI BO AZADIYA RÊBER APO BI DAWÎ BÛ

Rojava Tv
3 Min Read

Konferansa yekemîn a Înîsyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Zanîngeha Şerq a bajarê Reqayê piştî nîqaşên berfireh derbarê tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO di aliyê Hiqûqî de û sîstema Îmraliyê û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Înîsiyatîfa Sûriyê ya ji bo Azadiya Rêber APO û Yekîtiya Bijîşkan a bajarê Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma ” Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û mafên edaletê” konferansek li bajarê Reqa darxistin.

Konfrans li ser 2 rûniştnan hate dabeş kirin, di her du rûniştinan de tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO di aliyê Hiqûqî de û sîstema Îmraliyê û tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan de hatin nîqaşkirin.

piştî nîqaşên berfireh ên derbarê herdû rûniştinan de beşdaran hin pêşinyar barvekirin û konferans bi encamnameyekê bidawî bû.ji xalên ku di encamnameyê de hatin teqez kirin.

Li cem dadgeha ewropî, gilî li dijî Erdogan bê vekirin.

Bala dewletên lihevkirina Cinevê îmze kirine bikişîn ser doza Rêber Abdullah Ocalan, komîteyên qanûnî ava bikin ji bo ku doza dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan şîrove bikin.

Piştgiriyê bidin tevahî însiyatîfên navneteweyî û însiyatîfa Rêbertî.

Firaşê li rêxistinên navneteweyî bikin ji bo ku erkên xwe yên hiqûqî di doza Rêber Abdullah Ocalan de bînin cih.

Li ser asta Rojhilata Navîn konferanserekê li dar bixin. Komîte û desteyên hiqûqî ava bikin ji bo ku van sûcan ragihînin aliyên têkildar.

Ji bo aşkerakirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Yekitiya Tenduristiyê ya Bakur û ya cîhanê doz li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekin.

Ji bo dîsa li doza Rêber Abdullah Ocalan vegere, nameyekê bişînin dadgeha adilê ya Yewnanistanê.Konferans, ji bo lidarxistina çalakiyên têkildarî doza Rêber Abdullah Ocalan platform e. Xwe bigihînin paytexên erebî û cîhanê li ser asta qanûnî û hiqûqî.Ji CPT`yê bixwazin encamên serdana Îmraliyê ya dawî ku di Îlona 2022`yan de çêbûye, aşkera bike. Divê dwletên mezin di serî de DYA helwest û siyasetên xwe yên dualî di doza Rêber Abdullah Ocalan de biguhere.

Ji bo parastina doza Rêber Abdullah Ocalan avakirina komîteyekê ji parêzerên ji tevahî herêm û dewletan.

Share This Article