WELATIYÊN QAMIŞLO JI BER KÊMBÛNA AVÊ ZEHMETIYAN DIKŞÎNIN

Rojava Tv
1 Min Read

Ev demeke bajarê Qamişlo yê Kantona CizÎrê di kirîzeke avê re derbas dibe û xelkên bajêr ji ber kêmbûna avê zehmetiyên giran dikşînin.

Di vê çarçoveyê de welatiyên bajarê Qamişlo ji RojavaTV re behsa êşa xwe ya ji ber kêmbûna avê kirin.

Welatiyek ji taxa Kornîş a bajarê Qamişlo Etiya Şêxê anî ziman ku ew neçar dimînin avê bi buhayên giran bikirin.

li aliyekî din Cîgirê Hevserokatiya Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo Mesûd Yûsif jî behsa sedemên qutkitina ava Qamişlo kir û diyar kir ku ji sedî 70 pirsgirêka avê li bajêr hatiye çareserkirin.

Bi hatina werza havînê û bilindbûna pileya germahiyê re pêdiviyên welatiyan bi avê zêdetir dibe, welatiyên bajarê Qamişlo daxwaz dikin ku beriya cejina qurbanê pirsgirêka avê were çareserkirin.

Share This Article