LI KOBANÊ JI BO DANASÎNA KARÛXEBATÊN RÊXISTINÊN JINAN KOMXEBATEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Koordînasyona jin ya kantona Firatê ji bo danasîna karûxebatên rêxistinên jinan komxebatek li bajarê Kobanê li dar xist.

Komxebat bi beşdariya bi dehan endamên sazî û rêxistinên jinan hate lidarxistin.

Di komxebatê de sîstema Mala Jin, Dîwana edaletê û Rêxistina Sara hatin nîqaşkirin.

Xalên saziyên navborî hatin nirxandin û li ser çawaniya xurtkirina wan û cîbicîkirina naveroka wan nêrîn hatin biparvekirin.

Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser xurtkirina xebatan hate kirin.

Share This Article