Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Kobanî li ser pêwîstiya naskirina YPJ’ê û hêzdarkirina jinan ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk li Parka 19’ê Tîrmehê ya li bajêr civînek li dar xist.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre axaftin ji aliyê Fermandar Delbrîn Kobanê ve hat kirin.
Delbrîn Kobanê tekez kir ku pêwîst e YPJ’ê li Sûriyeyê werin naskirin ji ber ku karibû di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava de roleke pêşeng bilîze.
Her wiha da xuyakirin ku bêyî naskirina mafên jinan û naskirina nasnameya jinên ciwan, Sûriye bi awayekî demokratîk nayê avakirin.
