20’Ê ÇILEYA 2018’AN DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Rêveberê Kombenda Hevdestî Iz-Eldîn Salih ji RojavaTV re axivî û behsa sûcên dewleta Tirk a dagirker li Efrîna Dagirkirî ji dema dagirkirinê ve kir û got, kombenda Tazir gelek binpêkirin belge kirine û ji qada navneteweyî re şandine.

20ê meha Çileyê sala 2018an dewleta Tirk û çeteyên xwe bi awayekî hovane êrîşî bajarê Efrînê kirin.

18ê Adara 2018an Efrîn û 365 gundên wê hatin dagirkirin.

Rojane çeteyên ser bi Tirkiyê ve sûcên şer û kiryarên dermirovî di derheqê xelkê Efrînê yên resen de pêk tîne.

Têkildarî mijarê Rêveberê Kombenda Hevdestî Iz-Eldîn Salih ji RojavaTV re axivî û got di van 5 salan de aramî li Efrîn tune ye.

Her wiha Iz-Eldîn Salih diyar kir ku ew wekî Kombenda Hevdestî karîbûn di sala 2022an de girtina 633 kesan ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê belge bikin, di nav wan de 3 kesan li zindanên çeteyên ser bi Tirkiyê ve di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

Rêveberê Kombenda Hevdestî Iz-Eldîn Salih da zanîn jî, ew sûcên li herêmên dagirkirî pêk tên belge dikin û daxwaz ji civaka navneteweyî dikin sûcên dewleta Tirk rawestîne.

Kombenda Hevdestî ango Tazir kombendeke serbixwe ye, sala 2021ê hat damezrandin û li ser mijarên belgekirina sûc û guhertina demogirafîk ya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kar dike.

Share This Article