PARTIYÊN SIYASÎ Û RÊXISTINÊN JINAN ÊRÎŞÊN LI DIJÎ DÊRAZORÊ ŞERMEZAR KIRIN

Rojava Tv
2 Min Read

Partiyên siyasî û rêxistinên jinan ên kantonên Reqa û Minbicê, bi daxuyaniyên cuda êrîşên Hikûmeta Şamê yên li dijî Dêra Zorê şermezar kirin.
Her wiha gotin, bi van êrîşan aloziya Sûriyê kûrtir dibe û banga dîyaloga Sûrî- Sûrî kirin.

Li hember hewldanên derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de, her ku diçe karvedan û nerazîbûn zêdetir dibin.

Têkildarî mijarê Partiyên siyasî yên kantona Reqayê bi daxuyaniyeke hevbeş aloziyên li Dêra Zorê û komkujkirina sivîlan şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di demekê de ku Rêveberiya Xweser dixwaze dîyalogê ligel Hikûmeta Şamê bike, lê Hikûmet bi êrîşên xwe, wan hewlan ji nav dibe.

Her wiha partiyên siyasî dan zanîn ku, Hikûmeta Şamê berpirsyara sereke ya rewşa li Dêra Zorê ye.

Partiyên siyasî yên Reqayê tekez kirin ku rêya çareserkirina krîza Sûriyê, dîyaloga Sûrî- Sûrî ye.

Her wiha kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Minbicê jî têkildarî heman mijarê daxuyaniyek da.

Kombûnê di daxuyaniyê de got, vîna gelê Dêra Zorê û hevgirtina wan ya li gel şervanan, bersiva herî xurt ji bo êrîşkar û têkderan e.

Di beşekî din a daxuyaniyê de kombûnê komkujiya li dijî sivîlan şermezar kir û banga darizandina kujeran kir.

Kombûna Jinan a Zenûbya tekez kir ku ew ê heta dawiyê li pişta gelê Dêra Zorê, Rêveberiya Xweser û QSD’ê bin.

Têkildarî heman mijarê Meclisa Jinên Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên Hikûmeta Şamê yên li dijî Dêra Zorê şermezar kir.

Meclisê got, armanca êrîşan têkbirina aramiya herêmê û hevgirtina gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Her wiha da zanîn ku, aloziya Sûriyê ti carî bi vî awayî nayê çareserkirin û ev dibe sedema kûrbûna aloziyê.

Meclisa Jinên Sûriyê banga diyaloga Sûrî- Sûrî kir û ji gel xwest ku li dora parêzvanên ewlekariya herêmê bibin yek.

Share This Article