2 SAL DI SER ŞEHADETA YELMAZ ŞERO Û ZEYNEB SAROXAN RE DERBAS BÛN

Rojava Tv
1 Min Read

Beriya niha bi 2 salan her du hevserokên nivîsgeha Dad û Çaksazkirinê ya Rêveberiya Xweser Zeyneb Saroxan û Yelmaz Şero, di encama êrîşeke dewleta Tirk de gihaştin asta şehadetê.

Malbatên her du şehîdan ji Rojava TV re axivîn û gotin, rêya ku zarokên wan şopandî, ew ê bidomînin û agirê şoreşa wan geş bihêlin.

Yelmaz Şero û Zeyneb Saroxan ku di avakirina Rêveberiya Xweser de roleke sereke lîstin, du sal di ser şehadeta wan re derbas bûn.

Zeyneb û Yelmaz, du nav û dîrokên hemdemî ne ku jiyana xwe tev gorî azadiyê kirin. Di demên herî dijwar de xwedî li gelê xwe derketin û hîmê bingehên yê pergala Rêveberiya Xweser danîn.

Dayîk û xwişka Şehîd Zeyneb Saroxan behsa jiyan û têkoşîna wê dikin.

Dayîk û bavê Şehîd Yelmaz Şero jî gotin, rêya ku zarokên wan şopandî, ew ê bidomînin û agirê şoreşa wan geş bihêlin.

Sibeha 27’ê îlonê dema ku her du hevserokên nivîsgeha Dad û Çaksazkirinê Zeyneb û Yelmaz bi erka xwe radibûn, ji aliyê balafirên Tirkiyê ve li Dêrikê hatin hedefgirtin û di encamê de gihaştin asta şehadetê.

Share This Article