LI LUBNANÊ BI BONEYA 8’Ê ADARÊ ŞAHIYEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star û kombenda Newroz ya çanda civakî bi boneya 8’ê adarê roja jinan a cîhanî, şahiyek li Lubnanê li dar xist.
Şahî bi beşdariya revenda kurdî ya li Lubnanê, endamên kongra star û kombenda Newroz hate lidarxistin.
Di şahiyê de axaftin hatin kirin û berxwedana jinên Kurd ya di çeperên şer de hate silavkirin.
Piştre komên hunerî berhemên xwe pêşkêşkirin û beşdaran jî dîlan gerandin.
Şahî bi berzkirina dirûşmeya Jin Jiyan Azadî û silavkirina berxwedana jinên Rojava bi dawî bû.

Share This Article