Daxuyanî ji aliyê Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser bi koordîneya Komîteya Çand û Şûnwaran a Encumena Sivîl a Reqayê li pêşiya Muzexaneya Reqayê, hate dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, gelek şûnwarên arkeolojîk li bakur û rojhilatê Sûriyê ji aliyê çeteyan ve hatin talankirin û dizîn.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca çeteyan ji dizîna şûnwaran, bin axkirina dîroka zengîn ya herêmê ye.
Di dawiyê de Bang li rayedarên eleqedar bi şûnwarên li cîhanê kirin ku ji bo vegerandina şûnwarên talankirî alîkariya Desteya Çandê bikin.
