Piştî bidawîbûna pêvajoya wergirtina genim ji cotkaran, Rêveberiya Xweser dest bi xerckirina nirxê fatûreyên kirînê kir
Welatiyan ji ber wergirtina pereyên xwe û mekanîzmaya radestkirinê, kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Li gorî navendên pejirandî yên hemû herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro danê sibê, Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Qamişlo dest bi dayîna pereyên fatoreyên berhemên çandiniyê kir.
Nivîsgeha Dirav û Dayînan dide zanîn ku, proseya xerckirina nirxê fatûreyên genim, dê li gorî rêza navên dabînkerên berhema genim ji navendên kirînê re be, ev jî nîşan dide ku dayîna pereyên fatûreyan dê li ser çend pêvajoyan were dayîn.
Rêveberê Nivîsgeha Dirav û Dayînan a Kantona Cizîrê Rênas Hemo ji Rojava TV re axivî û rêveçûna xerckirina nirxê fatûreyan aşkere kir.
Cotkarê bi navê Elî Eyûb Îbrahîm jî spasiya rêveberiya xweser kir û destnîşan kir ku tevî astengiyên ku cotkar tê re derbas bûne, lê mewsim bi awayekî baş derbas bû.
Piştî çinîna mewsimê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxê her kîloyeke genim bi 31 sentên amerîkî diyar kiribû.
Piştî aşkerekirina nirx, rêveberiyê hemû depoyên li herêmê paqij û çaksaz kirin û dest bi wergirtina genim ji cotkaran kir.
