10’emîn Festîvala Zarokan a li bajarê Hesekê piştî 2 roj xebat û xelatkirina 22 komên beşdar, bi dawî bû.
Di roja duyemîn a Festîvalê de rêveberên Kongreya Star, Navenda Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Saziya Stêrk, Peymangeha Hunera Bilind a Hîlala Zêrîn û Malbatên Zarokan beşdar bûn.
22 komên zarokan ên ji Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Berek û Şedadê beşdarî Festîvalê bûn. Îro 11 komên mabûn hunerên xwe pêşkêş kirin. Hunerên hatin pêşkêşkirin, dîlan, stran û şano bûn.
Di dawiya Festîvalê de komîteya amadekar 22 komên beşdar bûn xelat kirin.
