LI BAJAROKÊ GIRBAWÎ JI BO PÎROZKIRINA 8’Ê ADARÊ MEŞEK HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

Kongra Star bi boneya 8’ê adarê meşek li bajarokê Girbawî yê Qamişlo li dar xist.
beşdarên meşê dan zanîn, bi saya têkoşîn û berxwedanê ew ê mafên xwe misoger bikin û welatekî azad ava bikin.

Kongra Star bi boneya 8’ê adarê roja cîhanî ya jinan meşek li bajarokê Girbawî yê Qamişlo di bin dirûşmeya Bi felsefeya jin jiyan azadî ber bi sûriyeke demokratîk ve, li dar xist.

Meşê ji naverasta bajarok dest pê kir û li pêşiya şaredariya gel veguherî mitîngê.

Di mîtîngê de li ser navên sazî û rêxistinên jinan axaftin hatin kirin û hate gotin, ew weke jin amade ne di her şert û mercan de erkên xwe cî bi cî bikin.

Beşdarên meşê 8’ê adarê pîroz kirin û gotin, ew ê herdem li qadan bin.

Her wiha beşdarên meşê dan zanîn, bi saya têkoşîn û berxwedanê ew ê mafên xwe misoger bikin û welatekî azad ava bikin.

Di dawiya meşê de jinên ku xwe bi cilûbergên neteweyî xemilandine, dîlana azadiyê gerandin û dirûşmeya Jin Jiyan Azadî berz kirin.

Share This Article