LI HESEKÊ KONFERANSA 2’EMÎN A YEKÎTIYA KEDKARAN HAT LIDARXISTIN

Rojava Tv
1 Min Read

 

Di bin dirûşmeya “Bi yekîtî û rêxistinê em mafên kedkaran diparêzin” Yekîtiya Kedkaran konferansa xwe ya duyemîn li bajarê Hesekê li dar xist.

Di konfransê de zêdetirî hezar delegeyan ji Saziyên Rêveberiya Xweseriya, TEV DEM, Partiyên siyasî û şêxên eşîran beşdar bûn.

Di konferansê de piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Yekîtiya Kedkaran, Koordînasyona jin, Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk, TEV DEM, Desteya Karûbarên Civakî û Kedkaran û Meclisa Jinê ve hate kirin.

Axêveran diyar kirin ku ev Konferans di têkoşîna ji bo nûkirina pabendbûna bi prensîbên edaleta civakî, wekhevî û parastina rûmeta mirovan de gaveke girîng e.

Konferans bi hilbijartina Meclîsa Giştî ya ji 20 endaman û hilbijartina serokên hevbeş ên nû yên Yekîtiyê, bi dawî bû.

Share This Article