Nerazîbûnên gelên Bakur û Rojhelatê Sûriyê Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser çiyayên Kurdistanê bi çekên kîmyewî zêde dibin.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û xwepêşandanên şermezarkirinê li dar xistin.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel nasnameyên 17 gerîlayên ku bi êrişên dagirkeriya Tirk ên bi çekên kîmyewî şehîd bûne, eşkere kirin û îşaret bi zêdebûna êrişên kîmyewî û bêdengî û destekdayîna navneteweyî ji bo van êrişan kir.
Têkildarî mijarê Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif ji ANHA’yê re nirxandin kir û got “Ev êriş, ne tenê li dijî wan lehengan e lê belê li dijî hebûna me wek gelekî ye. Ew dixwaze vîna kurdên azad têk bibe.”
Foza Yusif got: “Em bi lehengên xwe serfiraz in. Ji ber wê parastina nirxên wan emanet e di stûyê me de. Divê gelê me ji dijmin û dost re îsbat bikin ku ev berxwedan berdewam bike, her çiqas berdêl biha be. Tu çek nikare vîna me û hêviya me di jiyana azad de tune bike.”
Li seranserî herêmên bakur û rojhilatê sûriyê li dijî bikaranîna çekên kîmawî li hember Gerîla xwepêşandan hatin lidarxistin.
Di vê çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li Qamişlo xwepêşandanek li dar xistin û soza berxwedana li dijî van êrişan bilind kirin.
Li kobanê jî Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Herêma Firatê daketin qadan û berxwedana Gerîla silav kirin.
Her wiha Bi sedan şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê gel bi heman armancê çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin û bêndengiya navneteweyî li hember wan êrîşan red kirin.
Li aliyekî din, Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê xwepêşandanek li dar xist. Ciwanan êrişên li dijî çiyayên Kurdistanê wek berdewakirina komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi nav kirin.
Di çalakiyên şermezarkirinê de gel piştgiriya berxwedana Gerîla kirin û soza şopandina riya şehîdan dan.
