AVA BENDAVA FIRATÊ BI DOMDARÎ KÊM DIBE

Rojava Tv
1 Min Read

Pileya ava Bendava Firatê, her ku diçe kêmtir dibe û ev yek metirsiyeke mezin li ser jiyana li herêmê çêdike.

Li gor amarên navdewletî, pileya normal a ava bendavan 304 mitir e li ser rûyê deryayê ye, lê niha pileya avê ya li Bendava Firatê, gihêştiye 296.30 mitrî.

Sedema sereke ya kêmbûna ava bendavê, girtina dewleta Tirk ya domdar ji avê re ye.

Li gorî Rêveberiya Bendavên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heger rewş bi vî rengî bimîne, wê Bendava Firatê ji kar derkeve.

Share This Article