Beşa duyemîn a pakêtên alîkariyê ku zêdeyî 13 Hezar Û 500 Pakêtên alîkariyan digire nava xwe, ji herêmên Rêveberiya Xweser ber bi Berava Sûriyê ve hatin şandin.
Îro danê sibê Însiyatîfa gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 kamyonên barkirî ku ji zêdeyî 13 hezar û 500 pakêtên alîkariyê pêk tê ji herêmên Berava Sûriyê re şandin.
Karwanê alîkariyan ku ji pakêtên alavên paqijî, xwarin û dermanan pêk tê, bi çavdêriya Rêveberiya Xweser, Heyva Sor a Kurd û Însiyatîfa Jin, bi rê ket.
Berdevka Kongra Star a Qamişlo Ibtîsam Hisên anî ziman ku ew bi hemû rêbazan hewl didin piştgiriyê bidin xelkên Beravê da ku karibin careke din rabin ser piyan.
