Li Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca bi pêşxistina xwendekaran di metryalên zanistî de xwendekar dest bi ezmûnên qibûlkirina zanîngehê kirin.
Di bin şert û mercên Hevyazberiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, xwendekarên amadehî li seranserî herêmê dest bi ezmûnên qibûlkirina zanîngehan kirin.
Bi armanca naskirina asta xwendekaran di metryalên zanistî de, li Zanîngeha Kobanê zêdetirî 500 xwendekarî ezmûnên qebûlkirinê pêşkêş kirin.
Têkildarî mijarê xwendekarê bi navê Cemal Mihemed kêfxweşiya xwe ji bo derbasbûna zanîngehê anî ziman.
Ji aliyê xwe ve Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Mislim hurguliyên darbarê azmûnan de bi riya Rojava Tv parve kir.
Li aliyekî din li Peymangeha Şehîd Zozan Yûsif ya taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê 68 xwendekar ezmûnên qebûlkirina peymangehê pêşkêş kirin.
Endamê Komîta Hevyazberiya peymangehê ya taxa Eşrefiyê da zanîn ku ji 68 xwendekaran 9 xwendekar ji pêkhateyên ereb in.
Piştî bi dawîkirina ezmûnên qebûlkirinina xwendekaran, êdî hevyazberiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi awayekî fermî destpê dike û tomarkirina xwendekaran di 2’ê cotmehê de destpê dike.
