ZÊDETIRÎ 200 XWENDEKAR JI HELEBÊ BI AWAYEKÎ EWLE GIHIŞTIN QAMIŞLO

Rojava Tv
1 Min Read

Zêdetirî 200 xwendekarên Qamişlo û malbatên wan ku li Helebê asê mabûn bi awayekî ewle gihiştin bajarê Qamişlo.

Komeke Xwendekarên ji pêkhateyên Suryan û Ereb ku ji 200 kesî pêk dihat duh danê êvarî bi awayekî ewle ji Helebê gihiştin Geraca Enteriyê ya li bajarê Qamişlo.

Beriya ku koma xwendekaran bighêje geracê, malbat û xizmên wan, bi saetan li hêviya hatina wan bû.

Wexta ku bas gihiştin geracê 200 xwendekarên ku bi alîkariya Rêveberiya Xweser bi awayekî ewle derbas bû bûn, gihîştin malbat û xizmên xwe.

Ji ber serweriya çeteyên Heyet Tehrîr El Şam ya li piraniya taxên Helebê hejmarek mezin a şêniyên taxê koçber kirin.
Ev karwanê duyemîn e ku li bajarê Qamişlo tê pêşwazîkirin.

Share This Article